Li Kerkûkê dest bi ser 5 roketên amadekirî ji bo teqandin de hat danîn
Li Deşta Sale ya di navbera gundên Hesar û Dareman 5 mûşek hatibûn danîn û berî ku bên teqandin ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin aşkerekirin û dest bi ser de hat danîn. Ew roket hatibûn amadekirin ku bavêjin Hewlêrê.
Rûdawê derbarê wan mûşekan de ragihand, ew deşta ku mûşek lê hatine danîn 10-15 klometran ji Kerkûkê dûr e.
Rûniştiyên wê herêmê ji peyamnêrê Rûdawê re ragihandin, “Derengiya şeva derbasbûyî, hêzek li navçeyê hatiye dîtin, lê nehatiye zanîn ser bi kê ve ne û heta niha jî diyar nîne ka kê ew mûşek li navçeyê danîne.”
Peyamnêrê Rûdawê ragihand, her çiqas cihê ku mûşek lê hatine danîn ji gund dûr e, lê piştî mûşek hatine danîn, xelkê navçê hêzên emnî agahdar kirine û hêzên emnî gihiştine wê deverê dest bi ser mûşekan de girtine û lêkolîna derbarê bûyerê de berdewam e.
Şaneya Ragihandina Emnî ya Iraqê jî derbarê desbiserdegirtina 5 mûşekan de li Kerkûkê ragihand, ew mûşek hatibûn amadekirin ku bên teqandin.
Şaneya Ragihandina Emnî ya Iraqê, aşkere kir, li gor zanyariyên îstîxbaretî ku gihiştine Dezgeha Îstîxbaretî û Dije Teror li Dubizê û li ser lêkolînên Wezareta Navxwe ya Iraqê û binkeya polîsê Pirdê li Kerkûkê, hêzên wan dest bi ser 5 mûşekan de girt ku ji corê Grad in.
Li gor zanyariyan ew mûşekên ji corê Grad hatibûn amadekirin ku bavêjin Hewlêrê.