May 29, 2021 18:30 Asia/Tehran
  • Balyozxana Amerîkayê li Bexdayê sîstemeke berevaniya mûşekî bicîh dike

Balyozxana Amerîkayê li Bexda ya paytexta Iraqê sîstemeke berevaniyê ya dijî êrîşên mûşekî ya çekdarên li Iraqê bicîh dike.

Îro 29.05.2021ê malpera Şefeq News ji zimanê çavkaniyekî ewlehiyê belav kir, ku Amerîka sîstema berevaniyê ya C-RAM li balyozxana xwe ya li Bexdayê bicîh kiriye.

Sîstema C-RAM sîstemeke dijî mûşek û dijî hewan e û dikare di 4 hezar û 500 gulle di deqîqeyekê de, 3 hezar û 500 kîlometreyan dûr mûşek û gulleyên hewanê li esman biteqîne.

Milîs û grubên çekdar berdewam balyozxane û berjewendiyên Amerîkayê li Iraqê dikin armanca êrîşan û Amerîka jî bê heger û belge Îranê piştgirê wan grub û milîsan dide nasandin.

Serepeyv