May 27, 2021 23:30 Asia/Tehran
  • Nerizmendiya komên Heşda Şebî ji ber binçavkirina fermandarekî Heşda Şebî li Iraqê

Dezgehên çapemeniyê ragihandin ku piştî binçavkirina fermandarekî Heşda Şebî Qasim Muslih, di navbera komên Heşd Şebî û serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî de alozî derketiye.

Al-Furat Newsê ragihand ku ji vê sibehê ve ji bo berdana fermandarê Heşd Şebî ku berpirsê operasyonên Enbarê ye Qasim Muslih, peywendî di navbera Heşda Şebî û hin aliyên siyasî yên din de dewam kirin û aqubet hikûmeta Iraqê neçar ma wî azad bike.

Qasim Muslih li herêma Dewra ya Bexdayê ji aliyê hêzên taybet ku tê gotin girêdayî nivîsgeha serokê hikumetê Mistefa Kazimî ne ve, hate binçavkirin. Hi aliyan jî gotine di vê binçavkirinê de hêzên amerîkî jî alîkarî kirine.

Wî fermandeyê Heşda Şebî di rizgarkirina parêzgeha El-Enbar de ji dagîrkeriya terorîstên Daişê roleke girîng lîst, herwiha ewî nehêştiye ku hêzên amerîkî ji Sûriyê ji riyên nefermî derbasî nav axa Iraqê bibin. 

Çavkaniyekî ji Heşd Şebî jî ragihand ku biryar e alîgirên Qasim Muslih li parêzgeha Kerbelayê xwepêşandanekê li dar bixin û banga berdana wî bikin.

Tevgera Ketaibê Hizbullah Iraq binçavkirina vê fermandeyê Heşda Şebî karekî pir bi xeter dabû zanîn û bi daxuyaniyekê diyar kiribû ku hin kes hewl didin ku Hêzên Îstixbaratî û Ewlehiyê li Iraqê bêxin hemberî hevdu.

Tevgera Berxwedana Îslamî ya ya Nuceba ya Iraqê jî binçavkirina Qasim Muslih bi tundî şermezar kir û ew wekî nîşana bandora DAIŞ û ramana Amerîkî li Iraqê binav kir.

Vê Tevgerê nêzîkatiya xapînok a sebebkarên binçavkirina vê fermandeyê Heşda Şebî wekî nîşaneke berbiçav a bandora dagirkerên Amerîkî û bîr û ramanên Beesî û DAIŞî ser biryara siyasî li Iraqê da zanîn û diyar kir ku hewce ye birêveberiya siysî li Iraqê ji nû ve were derbaskirin.

Serepeyv