May 25, 2021 09:23 Asia/Tehran
  • 3 mûşek avêtin baregeha Eyn Esed li parêzgeha Enbara Iraqê

Duh li parêzgeha Enbarê ya Iraqê 3 mûşekên katyûşa avêtin baregeha Eyn el-Esed a Amerîkayê, mûşekek li nava baregehê û 2 mûşek jî nêzîkî binkeyê ketine.

duh dûşemê 24.05.2021ê çavkaniyeke emnî ya Iraqê ragihand ku baregeha Eyn Esed a li rojavayê parêzgeha Enbarê bi 3 mûşekên katyûşa hatiye armanckirin.Li gor wê çavkaniya emnî katyûşek li nava baregeha Eyn Esedê û 2 mûşekên katyûşayê jî li dorûbera wê ketine û zanyariyên derbarê zirara wê êrîşê de tuneye.

Baregeha Eyn Esed li destê Amerîkayê ye û çendîn caran êrişên bi mûşek û hawanan li ser bûye.

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî yê li dijî DAIŞê General Wayne Marotto jî ragihand mûşekek li baregeha serbazî ya Eyn Esedê ketiye û ti ziyana canî tuneye û derbarê ziyana maddî jî lêkolînan dest pê kiriye.

Serepeyv