May 24, 2021 09:57 Asia/Tehran
  • Tevgera Esayîba Ehlê Heq a Iraqê: Hemî bijarde li dijî dagirkeriya Tirkiyê li ber dest in

Tevgera Esayîba Ehlê Heq a Iraqê ragihandin; Hemî bijarde jibo sekinîna li dijî dewama destdirêjiyên Enqerê û binpêkirina hakimiyeta vî welatî li ser maseyê ne.

Mehmûd Rebîyî, Berdevkê Ofîsa siyasî ya Tevgera Esayîba Ehlê Heq a Iraqê roja Yekşemiyê wek berteka li hemberî dewama êrîşên Tirkiyê li ser bakurê Iraqê bi behaneya şerê dijî hêzên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ragihand: Hemî bijarde jibo berevaniya ji desthilata Iraqê û bersivdana bo dewama destdirêjiyên Tirkiyê li ser maseyê ne.

Rebîyî tevî amajeya bi tevgerên Tirkiyê jibo berfirehkirina bereya dagirkeriya xwe li hundir û derveyî Herêma Kurdistan Iraqê, ji dewleta Iraqê xwest ku pergala berevaniya asimanî ya vî welatî xurt bike.

 

Di vî halî da Katî Rekabî endamê Komîsiyona Ewlehî û Berevaniyê ya parlimana Iraqê derbarê pîlana Tirkiyê ya dagirkirina hin parêzgehên Iraqê hişyarî da û got: Tirkiye li dû dagirkirina hin parêzgehên Iraqê ye û serokomarê Tirkiyê jî ev yek bi awayekî aşkira ragihandiye û ev nîşana nexşeya nû ya Enqerê ye.

 

 

Serepeyv