May 15, 2021 20:38 Asia/Tehran
  • Endamê Hevpeymaniya Fethê li Parlimana Iraqê: Hemî bijarde jibo bersivdana bo gefên Tirkiyê li ber dest in

Endamekî Hevpeymaniya Fethê li Parlimana Iraqê destnîşan kir ku hemî bijarde jibo berevaniya ji hakimiyeta Iraqê li hemberî her cûre binpêkirina hakimiyeta welêt li hemberî Tirkiyê nemaze li navçeya Şengalê li ber dest in.

Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê Malpera Melûmeyê, Muxtar El-Mûsewî, endamê Hevpeymaniya Fethê li Parlimana Iraqê gefên berdewam ên Tirkiyê li dijî Şengalê, binpêkirina aşkira ya hakimiyeta Iraqê zanî û got ku dewletê divê bi şêwazên qanûnî bersiva van gefan bide.

El-Mûsewî got: Ji riyên jibo bersivdana li hemberî kiryarên Tirkiyê dîplomasî û vekirina dozê li NY û vexwendina balyozê Tirkiyê û şandina nameyên fermî bo vî welatî jibo derxistina hêzên xwe ji Iraqê ye.

Endamê Hevpeymaniya Fethê li Parlimana Iraqê destnîşan kir: Hemî bijarde, heta bersiva leşkerî jibo bersivdana bo gefên Tirkiyê li ber dest in, lê em naxwazin vê mijarê bi kar bînin. Belkî divê destpêkê hemî şêwazên dîplomatîk, amûra zexta aborî û amûrên din jibo derxistina hêzên biyanî ji axa Iraqê bên bikaranîn.

 

 

 

Serepeyv