May 15, 2021 15:42 Asia/Tehran
  • Komîsiyona Pêwendiyên derveyî ya Parlimana Iraqê: Em êrîşa li ser hemwelatiyên xwe li Tirkiyê şermezar dikin

Komîsiyona Pêwendiyên derveyî ya Parlimana Iraqê bi serokatiya Şîrko Mîrvêys êrîşa nijadperestane li ser malbateka kurd a iraqî li Mêrsîna Tirkiyê ku jibo gerriyanê çûbûn vî welatî bi tundî şermezar kir.

Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê malpera fermî ya Parlimana Iraqê, Komîsiyona Pêwendiyên derveyî ya Parlimana Iraqê ji dewleta Tirkiyê xwest ku di vî warî da lêbikole û ssebebkarên vî karî darizîne.

Komîsiyona Pêwendiyên derveyî ya Parlimana Iraqê her wiha ji desteya dîplomatîk a Iraqê li Tirkiyê xwest ku vê bûyerê li saziyên têkidlar ên Tirkiyê ji wan saziya dadweriyê û dewleta vî welatî bi armanca piştrastbûna ji dubarenebûan wê yekê bişopîne.

Li pey êrîşa nijadperestane li ser malbateke kurd a hewlêrî li Mêrsîna Tirkiyê, bavê vê malbatê ji ber giranbûna birînan bo nexweşxaneyê hat veguhestin.

 

Serepeyv