May 11, 2021 16:36 Asia/Tehran
  • Ketayîba Hizbullaha Iraqê Inglîz bi ajawegêriyê li Iraqê tawanbar kir

Ketayîba Hizbullaha Iraqê Inglîz û nemaze balyozxaneya vî welatî li Beyrût û Bexdayê bi ajawegêriya li Iraqê tawanbar kir.

Li gorî rapora IRNAyê, Ofîsa siyasî ya berxwedana îslamî ya Ketayîba Hizbullaha Iraqê îro Sêşemiyê ragihand: Hêzên şeytanî û xerabkar berdewam gefê li ewlehiya Iraqê dixwin û welêt nearam dikin; Ewna bi handana komên xapiyayî û rêderketî jibo pêkanîna nakokî û qeyranan pêkanîna şêrr li nav civakê hewil didin.

Ketayîba Hizbullaha Iraqê ragihand: Êrîşa li ser konsûlxaneya Îranê li Kerbelayê li balyozxaneyên Îranê li Bexda û Beyrûtê hatiye plandarêştin û ev welatê koldedar û gişt zilhêz divê berdêla vê kiryarê bidin.

Yekşemiyê bi şev komeke ajawegêr bi kombûna li ber avahiya konsûlxaneya Îranê li Kerbelayê agir bi dîwarê konsûlxaneyê xistin.

 

Serepeyv