Serokomarê Iraq: Me nerazîbûna xwe gihand aliyê Tirkiyê
Serokomarê Iraqê Berhem Salih dibêje, “Serdana Wezîrê Berevaniya Tirkiyê bo Iraqê nehate pêşwazîkirin, me nerazîbûna xwe gihande aliyê Tirkiyê.”
Serwerî û Asayîşa Iraqê û serdana bê mohlet a Hulusî Akar wezîrê berevaniya Tirkiyê bo xaleke leşkerî ya Tirkiyê di nav Herêma Kurdistanê de, mijara sereke ya axavtinên Dr.Berhem Ehmed Salih Serokkomarê Iraqê bû di paneleke Enistîtû ya Beyrûtê.
Serokkomarê Iraqê di wê panelê de bersiva komek pirsên taybet bi rewşa Iraqê da
Berhem Salih di piraniya gotinên xwe de behsa serweriya Iraqê kir, bal kişande ser wê yekê ku , dixwazin li gel welatîn cîran bi hevbeşî kar li ser mijarên cûda bikin ne ku karê takalî û got tevgerên weke Akar li Iraqê nayên pêşwazîkirin.
Berhem Ehmed Salih, Serokkomarê Iraqê, dibêje, “Tirkiyê dilgiraniyên ewlekariyê li ser sinor hene ji ber hebûna PKK , ev tişteke veşartî nîne, lê em ji Tirkiya cîran re dibêjin ku serederîkirin li gel vê mijarê nabe bi takalî be û serweriya Iraqê were binpêkirin, divê bi hevahengî be di navbera Tirkiye, Iraqê û Herêma Kurdistanê de. Serdana Wezîrê Berevaniya Tirkiyê bo Iraqê nehate pêşwazîkirin, me nerazîbûna xwe gihande aliyê Tirkiyê.”
Di panelê de her yek ji Turkî bin Feysel dîplomatkarê Sûdî û Serokê Dezgehê Şah Feysel bo lêkolînan û general xanenişîn yê Amerîkî Davîd Ptrayos beşdar bûn, Serokê Iraqê ji bilî serederîkirina li gel Tirkiyê behsa serederîkirina welatê xwe li gel Îranê kir , di vê mijarê de serweriya Iraqê weke xala herî giring a peywendiyên Iraqê li gel welatên cîran da zanîn.
Berhem Ehmed Salih dibêje, “Em dixwazin peywendiyeke me ya baş li gel Îranê hebe, Îran ciraneke me yê giring e, Em naxwazin vegerin rojên ku hevrikî li gel Îranê hebû em naxwazin vegerin ser şerê Îran û Iraqê. Ji ber wê pêwîst e peywendî di navbera Iraqeke xwedî serwerî û Îraneke xwedî serwerî de be.”
Berhem Salih da xuyakirin ku Serwerî û asayîşa Iraqê bandore li ser aramî û ewlekariya navçeyê dike û Iraq dikare bibe kilîla aramiya navçeyê.