May 04, 2021 20:49 Asia/Tehran
  • Hêzên Iraqê ji bo rêgirtin li artêşa Tirkiyê ketin tevgerê

Hêzên pasevanên sînor ên Iraqê ji bo rêgirtin li pêşveçûnên artêşa Tirkiyê li navçeyê, çar xalên çavdêriyê li bajarokê Kanî Masê ava kirin.

Peyamnêrê Rûdawê li Duhokê ragihand, ew çar xalên çavdêriyê yên hêzên pasevanên sînor ên Iraqê li beramber xalên nû yên serbazî yên Tirkiyê li navçeyê hatine avakirin.

Li gor gotina peyamnêrê me, ew xalên serbazî yên hêzên Iraqê li Serê Hemê, Badok, Girê Golê û Kevirê Guvîn hatine danîn.

Rudawê daye zanîn ku ew xal li cihên stratejîk in û  di heman demê de, balafir û topxanên Tirkyê ji seat 10:00  ve, pênc êrîş li sînorê Kanî Masê kirine.

Ji ber bombebaranê agir bi daristan û rez û baxên xelkê ketiye, tenê îro ziyan gihiştye şaneyên 30 mêşevanan li gundê Hirorê.

Rêveberê Nahiya Kanî Masê, Serbest Sebrî ji Rûdawê re aşkera kir, heya niha agir berbûye 1200 donimên daristan û zeviyan, ziyanekî mezin gihîştiye mêşên hingivê yên wê deverê.

Ji aliyê din ve artêşa Tirkiyê dîmenên bombebarankirina navçeyên sinorî yên Herêma Kurdistanê belav kir ku dukeleke spî ji navçeyê bilind dibe. 

Ji roja 23ê Nîsanê ve artêşa Tirkyê operasyoneke bejahî û esmanî bo ser Herêma Kurdistanê daye destpêkirin û ji wê rojê ve şer û pevçûn di navbera hêzên Tirkiyê û gerîlayên PKKê de berdewam in û artêşa Tirkiyê jî li çendîn dol û nihalan, xalên nû yên leşkerî danîne.

Serepeyv