Li parêzgaha Enbarê ya Iraqê di teqînê de du serbaz hatin kuştin
Nîsan 30, 2021 10:48 Asia/Tehran
Li parêzgeha Enbar ya rojavayê Iraqê di teqînekê de du serbazên Iraqî hatin kuştin.
Li gorî medyaya Iraqî, duh li parêzgeha Enbar ya rojavayê Iraqê û li nêzîkî sînorê Sûriyê bombek di nava hêzên Iraqî de teqiya.
Li gorî agahiyên belavbûyî derbarê vê bûyerê de, di wê teqînê de efserek û serbazek iraqî jiyana xwe ji dest da.