Hejmara kuştî û birîndarên xwepêşandana Bexdayê gihîşt 10 kesan
Nîsan 24, 2021 22:27 Asia/Tehran
Hejmara kuştî û birîndarên xwepêşandana bajarê Bexda yê Iraqê gihîşt 10 kesan.
Duhî li Bexdayê ji ber kêmbûna elektirîkê xwepêşandan hat kirin.
Hêzên ewlehiyê bi tundî mudaxele kirin û di navbera wan û xwepêşanderan şer û alozî derket.
Li gorî agahiyan, xwepêşanderek ket bin otomobîla hêzên polîs û canê xwe ji dest da û herî kêm 9 kes di aloziyan de birîndar bûn.