Li Diyale kesên çekdar bi dehan çêlek kuştin û birîndar kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i325755-li_diyale_kesên_çekdar_bi_dehan_çêlek_kuştin_û_birîndar_kirin
Li gundekî parêzgeha Diyale ya Iraqê, komek kesên çekdar bi dehan çêlek(mange) kuştin û gelek jî birîndar kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 20, 2021 15:29 Asia/Tehran
  • Li Diyale kesên çekdar bi dehan çêlek kuştin û birîndar kirin

Li gundekî parêzgeha Diyale ya Iraqê, komek kesên çekdar bi dehan çêlek(mange) kuştin û gelek jî birîndar kirin.

Li gorî agahiyên BasNewsê, îro danê sibê komek kesên çekdar li gundê Seraciq yê nahiya Selam li parêzgeha Diyale, êrişî goveka çêlekan kirin û derdora 50 çêlekan kuştin û 25 çêlek jî birîndar kirin.

Li gorî agahiyan, kesên çekdar ji ber pirsgirêkên civakî bi xwedanê çêlekan re ew kar kirine.

Par li wî gundî, zilamek û kurekî xwe, ji ber ku çêlekên wan çûbûn nav zeviya cîranê wan, hatibûn kuştin. Ev jî bibû sebeba dijminahiyê di navbera wan de.