Iraq: Ti hêzeke Amerîkayê li binkeya Beled tine
Nîsan 20, 2021 12:30 Asia/Tehran
Piştî êrîşa li ser baregeha esmanî ya beled li parêzgeha Selahedînê, Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê dibêje ku ti leşkerek Amerîkayê li binkeya esmanî ya “Beled” tine.
Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê Yehya Resûl di hevdîtineke telefizyonî de, red dike ku leşkerên Amerîkayê li binkeya esmanî ya “Beled” hene û got: “Cihê matmayînê ku ew binke tê armanckirin.”
Pêr 18ê Nîsanê binkeya êsmanî ya Beled a artêşa Iraqê li parêzgeha Selahedînê bi 5 mûşekan hatibû armanc kirin û di encamê de 5 kes birîndar bûn.
Ji aliyekî din ve û girêdayî rewşa ewlehî û leşkerî, Berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeş ên Iraqê Tehsîn Xefacî ragihand, ew ê bi tundî bersiva êrîşên li ser binkeyên leşkerî bidin.