Nîsan 17, 2021 00:14 Asia/Tehran
  •  Di kampeke koçberan de li Iraqê şewat derket û 4 kesan jiyana xwe ji dest dan

Berevaniya Şaristanî ya Iraqê ragihand; sê zarok û dayîka wan li kampeke koçberan a li Enbarê şewitîn û du zarokên din ên heman malbatê hatin rizgar kirin.

Agir li nêzîkî bajarê Rumadî li şeş karavanên koçberan ketiye û di encama şewatê de sê zarok û dayîka wan jiyana xwe ji dest dan.

Berevaniya Şaristanî ya Iraqê behsa wê yekê jî kir ku karîne agirê ku li sandvîç panela karavanê ketiye, bitemirînin. Herwiha li ser bikaranîna wê madeyê ji bo xaniyan hişyarî daye ku sandvîç panel madeyek e ku gelek zû agir digre.

Serepeyv