Berhem Salih: Êrîşa mûşekî ser balefirgeha Hewlêrê sûceke terorîstî ye
Serokomarê Iraqê got: Dubarebûna êrîşan li ser Hewlêrê û navçeyên din ên Iraqê sûcên terorîstî yên şermezarkirî ne ku ewlehiya welatiyan kirine armanc.
Li gorî rapora IRNAyê, Li pey êrîşên vê dawiyê li ser armancên leşkerî li navçeyên cûrbecûr ên Iraqê û balefirgeha Hewlêrê, Berhem Salih serokomarê vî welatî bi weşandina twittekê li ser pêwîstiya hewildana jibo aramî, ewlehî û hakimiyeta Iraqê û piştgiriya ji hêzên elwehiyê jibo sepandina qanûnê û têkoşîna dijî terorîsmê pêgirî kir.
Êvara Çarşemiyê çavkaniyên nûçeyan ên Iraaqê qala êrîşa bi roketan ser baregeha hêzên amerîkî li nêzikî balefirgeha Hewlêrê kirin.
Nûçegihanên iraqî ragihandin, piştî êrîşa ser baregeha artêşa Amerîkayê balefirên bêbalefirvan ên amerîkî li sser asimanê Hewlêrê digeriyan.
Baregeha istixbaratî û operasiyona sîxoriyê ya Rêjîma Siyonîst (MOSAD) li bakurê Iraqê jî Sêşemiyê bi şev kete ber êrîşê.