Nîsan 14, 2021 01:03 Asia/Tehran
  • Êrîşa li ser baregeha istixbaratî û opearsiyona sîxoriyê ya Rêjîma Siyonîst li bakurê Iraqê

Çavkaniyên iraqî Sêşemiyê bi şev qala êrîşa ser baregeheka istixbaratî û operasiyona sîxoriyê ya Rêjîma Siyonîst li bakurê Iraqê kirin.

Kanala Sabirîna Iraqê û navenda El-Ilam el-Muqawim ragihandin ku komeke nenas êrîşî ser baregeha istixbaratî-operasiyonî ya ser bi MÛSADê li bakurê Iraqê kiriye û di encamê da hejmareke hêzên israîlî hatine kuştin û birîndar bûne.

Çavkaniyên navbirî êrîşa ser vê baregeha sîxoriyê wek "Derbeke ciddî" li Rêjîma Siyonîst dan zanîn.

Van çavkaniyan amaje bi hûrgiliyên zêdetir derbarê vê êrîşê nekirin, lê ragihandin ku dê bi zûtirkê hûrgiliyên zêdetir ên vê operasiyonê biweşînin.

 

 

Serepeyv