Ji ber teqînekê 3 serbazên Iraqê hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i325555-ji_ber_teqînekê_3_serbazên_iraqê_hatin_kuştin
Ji ber teqîna bombeyeke çandî li herêma çiyayên Hemrînê li ser riya artêşa Iraqê, 3 leşkerên Iraqî can dan û 2 leşker jî birîndar bûne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 12, 2021 17:55 Asia/Tehran
  • Ji ber teqînekê 3 serbazên Iraqê hatin kuştin

Ji ber teqîna bombeyeke çandî li herêma çiyayên Hemrînê li ser riya artêşa Iraqê, 3 leşkerên Iraqî can dan û 2 leşker jî birîndar bûne.

Îro Duşemê 12.04.2021ê Berdevkê Polîsê Diyaleyê Nîhad Mihemed ji BasNewsê re got: Li nêzîkî deryaçeya Hemrînê li bajarokê Sedîye, bombeyeke çandî bi hêzên Iraqê de teqîya ye û ji ber wê 3 serbaz mirine û 2 serbaz jî birîndar bûne.

Herwiha Nîhad Mihemed ragihand ew hêza Iraqî li dû paşmayiyên rêxistina terorîstî ya DAIŞê bû.

Ji aliyê din ve li bajarê Baqûbê ji ber teqîna bombeyekê 6 karmendên asayîşa Iraqê birîndar bibûn.