Çeperên terorîstên DAIŞê li Diyaliya Iraqê hatin bombebarankirin
Nîsan 11, 2021 08:44 Asia/Tehran
Balefirên şêrr ên Iraqê bi bombebarana veşartîgehên DAIŞ li rêzeçiyayên Hemrînê li parêzgeha Diyaliyê hejmareka van çeteyan kuştin.
Li gorî rapora roja Yekşemiyê ya Sputnikê, Koma ragihandina ewlehiyê ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand: Li ser fermana fermandetiya operasiyona hevpar û li gorî lêzanînên deqîq, balefirên F16 êrîşine nû li rojavayê rêzeçiyayên Hemrînê pêk anîn.
Li gorî vê daxuyaniyê, ji ber operasiyona artêşa Iraqê çeperên terorîstan hatine jinavbirin û hejmareka serçeteyên li nav wan hatine kuştin.