Nîsan 10, 2021 12:22 Asia/Tehran
  • Pandemya Koronayê li Iraq karesateke tenduristiyê çêkiriye

Çapemenî û çavdêrên rewşa tenduristiya Iraqê amaje bi wê yekê dikin ku welatê wan rastî karesateke tenduristiyê hatiye.

Îro 10.04.2021ê wezîrê tenduristiya Iraqê Hesen Temîmî ji rojnameya Sebah a fermî ya Iraqê re ragehand, Iraq hîn di pêla duyem a şewba vîrusa koronayê de ye.

Hesen Temîmî ragehand, zêdebûna hejmara pêketiyên vîrusa koronayê li Iraqê ji ber çend sedeman e ku yên herî girin jî waha ne:

-Li berçav negirtina rênmayiyên xweparstina hemwelatiyan.

- Zêdebûna çalakî û kombûnên civakî û bangeşeyên helbijartin û merasîmên olî

- Serxweşî û dawet.

- Vekirîbûna firoşgeh û bazarên mezin

Wezîrê tenduristiya Iraqê amaje bi wê yekê jî kir, ku parêzgeha Besra û çend navçeyekî Bexdayê yên wek Sedr, Şuile, Huriye, Kazimiye, Şeib, Şorice, Cemîle û Suq Xezel ji ber zêdebûna hejmara pêketiyên vîrusa koronayê wek navçeyên herî metirsîdar in.

Du rojên borî de nêzîkî 16 hezar kesan li Iraqê bi vîrusa koronayê ketin ku heta naha asta herî bilinde û li gor çapemenî û gotinên berpirsên tenduristiya Iraqê ew welate ber bi karesatekî tenduristiyê ve diçe û egera têkçûna sîstema tenduristiyê heye.

Heta naha 911 hezar û 376 kes li Iraqê bi vîrusa koronayê ketine û 14 hezar û 641 kesên pêketî jî jiyana xwe ji dest dane.

Serepeyv