Adar 31, 2021 21:27 Asia/Tehran
  • El-Kazimî çû Erebistanê; Bin Selman pêşwazî li serokwezîrê Iraqê kir

Mistefa kazimî serokwezîrê Iraqê îro Çarşemiyê çû Erebistanê û ji aliyê Muhemed Bin Selam welîehdê Siûdî va hat pêşwazîkirin.

Li gorî rapora IRNAyê, Mistefa Kazimî Pêncşemiya hefteya borî bi paşayê Siûdî ra hevdîtin pêk anî û derbarê mijarên cûrbecûr bi Melik Selm,an ra axivî.

Melik Selman ji ber pêkanîna aramiyê li Iraqê sipasiya Kazimî kir û Kazimî jî sipasiya paşayê Siûdî ji ber tiştê ku wek "Çareserkirina qeyrana Yemenê" zanî, kir.

Medyayên navçeyê pêşbînî kirine ku 6 lihevkiriname di warên cûrbecûr da navbera Iraq û Erebistanê bên wajokirin.

 

 

Serepeyv