Li Bexdayê rûniştinek ji bo civîna sêalî ya Iraq, Misir û Urdinê hat lidarxistin
Adar 30, 2021 12:20 Asia/Tehran
Wezîrên karên derve yên Iraq, Misir û Urdinê li Bexdayê rûniştinek ji bo amadekariya civîna sêalî li dar xist, ew rûniştin di çarçoveya makanîzma hevkariya di navbera her sê dewletan de pêk hat û tê payîn di dema pêş de li dar bikeve.
Di vê rûniştin û hevdîtinê de, rêbazên hevkariya aborî di çarçoveya projeya Rojhilata Navîn a nû de ku her sê dewlet israr dikin, ava bikin, hate nîqaşkirin.
Hevkariya sêalî ya di navbera Bexda, Uman û Qahîrayê de ji bo ku serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, serokê Misirê Abdulfetah El-Sîsî û qiralê Urdinê Abdullah El-Sanî li hev bicivin.