Adar 22, 2021 17:41 Asia/Tehran
  • DAIŞê li Xurmatûyê 3 cotkar revandin

Li Xurmatûyê sê çotkar ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hatin revandin, li aliyekî din jî efserekî dezgeha îstixbarata Iraqê li Bexdayê hat kuştin.

Jêderekî ewlehiyê ji parêzgeha Selahedîn ragihand; li gundê Hilêwe yê ser bi navçeya Xurmatû sê cotkar ji aliyê DAIŞê ve hatin revandin.

Hat ragihandin ku li devera Mensûr a li rojavayê Bexdayê jî, efserekî dezgeha îstixbarata Iraqê ji aliyê çekdaran ve hat kuştin. Li naverasta Kerbelayê jî, kesek bi gullan hat kuştin.

Herwiha li ser rewşa ewlehiyê ya Iraqê, li ser riya bilez a bajarê Hille jî, bombeyek bi karwana hêzên Hevpeymaniya Navdewletî de teqiya. Li gor zanyariyan ji ber teqînê ti zirar derneketine holê.

Serepeyv