Adar 20, 2021 08:48 Asia/Tehran
  • Komîsyona darayiyê ya parlemana Iraqê rêkeftina şanda Herêma Kurdistanê û aliyên şîe pesend kir

Komîsyona darayî ya parlemana Iraqê rêkeftina şanda hikûmeta Herêma Kurdistanê bi aliyên şîe re li ser pişka Kurdistanê di bûdceya Iraqê de pesend kir.

Şeva borî civîna komîsyona darayî ya parlementoya Iraqê li ser rêkeftina şanda hikûmeta Kurdistana Iraqê bi aliyên şîe re xilas bû. Di civînê de rêkeftin hat pesendkirin.

Berî vê yekê cîgirê serokê parlementoya Iraqê, Beşîr Hedad ragihand, şanda hikûmeta Herêma Kurdistanê bi aliyên şîe yên Iraqî re li ser pişka vê Herêmê di bûdceya Iraqê de gihîşt rêkeftina destpêkê.

Piştî vê pesendkirinê  parlemana Iraqê li ser bûdceya giştî ya sala 2021 ya Iraqê dicive û wê pesend dike.

Serepeyv