Adar 18, 2021 23:22 Asia/Tehran
  • Serokkomarê Iraqê tekez li ser vekişîna hêzên Amerîkî ji nav Iraqê dike

Serokkomarê Iraqê ragihand ku biryarek hatiye dayîn ku hebûna hêzên dagîrker ên Amerîkî li vî welatî bi dawî bibe.

Li gorî ajansa fermî ya nûçeyan a Iraqê, Serokkomarê vî welatî Berhem Salih îro Pêncşemê ragihand ku biryara bidawîkirina hebûna Hêzên Amerîkî û leşkerên welatên din yên biyanî li Iraqê hatîye stendin û niha jimara hêzên Amerîkayê li Iraqê ji 2500 kesan derbas nabe.

Berhem Salih bal kişand ser valahiya di têkiliyên Bexda û Hewlêrê ya Herêma Kurdistanê de û got ku pêwîst e ev têkilî di riyek rast de bin û her aliyek bi diyaloga neteweyî maf û erkên xwe bizane.

Jens Stoltenberg, sekreterê giştî yê Rêxistina Peymana Atlantîka Bakur (NATO), vê dawîyê got ku ev rêxistin lê digere hêzên xwe li Iraqê ji 500 kesan bigihîne 4,000 kesan.

Hêzên dagîrker ên Amerîkî ji sala 2003 ve li Iraqê bicîh bûne û gel û komên iraqî gelek caran banga vekêşana wan hêzan dikin û perlemana Iraqê jî pêştir pilaneke vekişîna hêz û serbazên biyanî bi taybet ên Amerîkî ji nav Iraqê pesend kir.

Serepeyv