Adar 14, 2021 23:55 Asia/Tehran
  • Grubekî çekdar li derdora Şengalê êrîşî ser artêşa Iraqê kir

Serokê encûmena Şingalê ragehand, artêşa Iraqê û grubeke çekdar nêzîkî Şingalê li hev dane.

Serokê encûmena Şengalê Weys Nayif ji BasNewsê re ragehand, derengê şeva borî 13.03.2021ê heta nêzîkî serê sibehê grubeke çekdar a nenas li sînor û ji aliyê Sûriyê ve êrîşî artêşa Iraqê kiriye.

Weys Nayif ragehand, artêşa Iraqê û wê gruba çekdar li hev dane û piştre jî wê gruba nenas bi naçarî paşve vekêşiyaye û di encama şer de leşkerekî Iraqê hatiye kuştin.

Serepeyv