Li Necefê alozî di navbera hêzên ewlehiyê û xwepêşanderan derket
Adar 14, 2021 23:46 Asia/Tehran
Êvara îro roja yekşemê 14.03.2021ê careka din alozî di navbera hêzên ewlehiyê yên Necefê û xwepêşanderan de derket.
Medyaya Iraqê belav kiriye bi sedan xwepêşande çûne ber bi avahiya parêzgeha bajarê Necefê û daxwaza dest ji karvekişîna Luey Yasrî û çend berpirsên hikûmetê kirin.
Herwiha alozî di navbera hêzên ewlehiyê û xwepêşanderan de derketiye û hêzên emnî dorûbera avahiyê dorpêç kirine.
Cihê behsê ye bere jî alozî di navbera hêzên emnî li xwepêşanderan de derketibû xwepêşanderan daxwaza dest ji kar berdana parêzgarê Necefê û hêzên berpirsên hikûmetê kiribûn.