Adar 12, 2021 17:33 Asia/Tehran
  • Li parêzgeha Diyala di encama şerekî navbera artêşa Iraqê û DAIŞê serbazek hat kuştin

Îro roja înê 12.03.2021ê li qeza Şareban a Diyalayê serbazekî Iraqê ji aliye rêxistina terorîstî ya DAIŞê ve hat kuştin.

Berdevkê Rêveberiya Polîsê Diyalayê Nîhad Mihemed ji BasNewsê re axivî û ragihand: ‘’ Îro roja înê 12.03.2021ê çekdarekî rêxistina terorîstî ya DAIŞê bi qenasê êrîşî li gundê Xeylan li nêzîk qezaya Şareban êrîşî tîmeke artêşa Iraqê kiriye û ji ber wê êrîşê serbazekî Iraqê hatiye kuştin.’’

Herwiha Nîhad Mihemed da zanîn hêzên emnî herêm dorpêçkirine lê ew êrîşkarên DAIŞê xwe di nava bax û bostanên herêmê de veşartine û ji herêmê reviyane.

Serepeyv