Duh li pênc parêzgehên Iraq xwepêşandanan dest pê kir
Adar 12, 2021 17:08 Asia/Tehran
Duh pêncşemê li pênc parêzgehên Iraqê ku di nav wan de Bexda jî heye, piştî kuştina yek ji revandiyên sala 2019an, xwepêşandan dest pê kirin.
Piştî kuştina Casib Elhêlçî, bavê parêzerê revandî Elî Casib, xwepêşandanan li parêzgehên Bexda, Musena, Babil, Mîsan û Zîqarê dest kirin.
Li parêzgeha Musena di xwepêşandanan de pevçûn di navbera hêzên ewlehiyê û xwepêşanderan de rûda û li hinek parêzgehên din rûbirûbûn hebûn, lê belê li Bexdayê ti rûbirûbûnek di navbera hêzên ewlehiyê û xwepêşanderan de çênebû.
Roja çarşemê hinek çalakvanan ragihandin ku hejmarek çekdar Casib Elhêlçî, bavê Elî Casib li parêzgeha Mîsan a li başûrê Iraqê kuştine.