DAIŞê 7 kesên endamên malbatekî iraqî kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i324818-daiŞê_7_kesên_endamên_malbatekî_iraqî_kuştin
Îro roja înê 12.03.2021ê, Çavkaniyên medyayî yên Iraqê ragihandine 7 kesên endamên malbatekê li gündekî parêzgeha Selahedîn ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hatine kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 12, 2021 13:29 Asia/Tehran
  • DAIŞê 7 kesên endamên malbatekî iraqî kuştin

Îro roja înê 12.03.2021ê, Çavkaniyên medyayî yên Iraqê ragihandine 7 kesên endamên malbatekê li gündekî parêzgeha Selahedîn ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hatine kuştin.

Çavkaniyên medyaya Iraqê aşkere kiriye çekdaran bi cilên serbazî êrîşî malbeteke gundê Elbu Dur li parêzgeha Selahedîn kirine û 7 endamên malbatekê kuştine ku jin jî di nava wan de heye.

Li gor medyaya Iraqê kesekî din jî bi giranî birîndar bûye û li gor lêkolînên hêzên emnî mumkîne ew çekdar ser bi rêxistina terorîstî ya DAIŞê bin.

Herwiha medyaya Iraqê navên qurbaniyan jî aşkere kiriye û navên wan wiha ye: Basim Ekrem Ehmed Salih, Ehmed Fexrî Ehmed Salih, Xetab Fexrî Ehmed Salih, Mihemed Fexrî Ehmed Salih, Reşa Fexrî Ehmed Salih, Cînan Deham Ehmed û kesê birîndar jî Umer Ebdulrehman Mihemed e. ‘’