Li Mûsilê termên 16 terorîstên DAIŞê hatin dîtin
Qayimqamê Mûsilê ragihand ku polîsê Mûsilê 16 term li başûrê Mûsilê dîtine ku di encama lêkolînan de diyar bû, ew termên çekdarên DAIŞê ne û di dema kontrolkirina Mûsilê de hatine kuştin.
Qayimqamê Mûsilê Zuhêr Erecî ji Rûdawê re ragihand, di çarçova lêgerîna bo dîtina terman, roja 11ê vê mehê, polîsê parêzgeha Neynewa, termên 16 çekdarên DAIŞê li nêzikî gundê Izbe yê ser bi nahiyeya Şûra li başûrê bajarê Mûsilê dîtin.
Erecî herwiha got, “Navber bi navber hêzên emnî û tîmên taybet bo lêgerîna terman, li navçeyên curbicur ên Mûsilê termên terorîstên DAIŞê û hemwelatiyên sivîl dibînin. Li gor belgeyên hêzên emnî, ew 16 termên hatine dîtin, termên çekdarên DAIŞê ne û lêkolîn jî berdewam e.”
Li gor gotina Qayimqamê Mûsilê, ji roja kontrolkirina bajarê Mûsilê ve di 2017an de û ta niha, 2 hezar û 150 termên çekdarên DAIŞê hatine dîtin.
Herwiha ji wê rojê ve li gel 2 hezar û 760 termên hemwelatiyên sivîl, ku ji aliyê DAIŞê ve hatine gullebarankirin an jî ji ber operasyonên serbazî hatine kuştin û ketine bin avahiyên hilweşiyayî, li Mûsilê hatine dîtin.