Adar 12, 2021 09:17 Asia/Tehran
  • Li Şingalê alozî di navbera aligirên PKKê û artêşa Iraqê de derket

Li Şingalê alozî di navbera alîgirên PKK û artêşa Iraqê de çêbû kesekî sivîl birîndar bûye, li gor çavkaniyekê taybet, hêzên ser bi PKKê ve 5 bingehên nû danîne nav Şingalê û artêşa Iraqê qebûl nake.

Peyamnêrê Rûdawê li Şingalê ragihand ku li Şingalê alozî di navbera alîgirên PKK û Artêşa Iraqê de derket, Hêzên Êzîdxanê ret dikin ku ji bajar derkevin. 

Li ser çareserkirina vê pirsgirêkê niha hêzên YBŞ, Êzîdxan û Operasyona Rojavayê Mûsilê civiyan. 

Ew alozî li navçeya Cidal a ser bi nahya Gir Uzêr çêbûye, çavkaniya Rudawê aşkera kir, PKKê 5 bingehên nû yên serbazî li Şingalê danîne, artêşa Iraqê red dike û dixwaze wan bingehên nû nehêle, jiber wê hêzên ser bi PKK û Êzîdxan xwepêşandanek saz kirin.

Tehsîn Qasim da zanîn ku di xwepêşandanê de alozî di navbera Artêşa Iraqê û Alîgirên Êzidîxanê de derketin û gef li Artêşa Iraqê kirine ku eger teqeyê li wan bike dê bersiva wan bidin û wan ji bajar derxînin. Ew xwepêşandan bersiva daxwaza hikûmeta Iraqê ye ku daxwaz kiriye hêzên ÊzîdXan ji Şingalê derkevin.

Roja 9ê Îlona 2020an  Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê bi amadebûna nûnera Neteweyên Yekbûyî rêkeftinek derbarê Şingalê de îmze kirin bo vegerandina aramiyê bo bajar û avakirina rêveberiyeke hevbeş. 

Li gorî rêkeftinê pêwîst e tevahiya hêzan biçine derveyî bajarê Şingalê , rêveberiyeke hevbeş bê avakirin û dosyeya ewlekariyê di destê hikûmetê de be. 

Serepeyv