Adar 09, 2021 11:53 Asia/Tehran
  • Di êrîşa li Kazemeyna Iraq de jinek şehîd bû û 8 kes birîndar bûn

Çavkaniyên nûçeyan şeva Duşemê ragihandin ku ziyaretkirên Hz. Îmam Mûsa Kazim (Silavên Xwedê Lê be), Îmamê heftemîn ê Şîeyên cîhanê, li herêma Kazimeyn (Kazimiyeh) li parêzgeha Bexdayê ya Iraqê, ketin ber êrîşa terorîstî.

Êrişa terorîstî ser ziyaretkirên Îmam Mûsa Kazim (SLX) hevdemê despêbûna salvegera şehîdbûna vê îmamê hêja pêk hat li gor nûçeyên belav bûyî di encama vê êrişa terorîstî jinek ji ziyaretkiran şehîd û 8 kes jî birîndar bûne.

Li gor zanyariyên destpêkê yên ku medyaya Iraqê weşandine bi rêya çend narîncokan êrîş li ser ziyaretkirina bûye.

Kanala Al-Somaria ya Iraqê îro bi weşandina daxuyaniya duyem ragihand ku di encama êrişa ser ziyaretkirên Îmam Mûsyaê Kazim (SXL) jinek şehîd ket û komên dermankirinê ser telîmata wezîrê tendirustiyê mijûlî dermankirina lezgîn a birîndaran e û birîndarên ku birînên sivk rakirine ji nexweşxanê çûne malên xwe. 

Herwiha hêzên emnî yên Iraqê şeva borî diyar kirin ku heta niha 8 kes ji ber wê êrîşê birîndar bûne û kesê ku ev êrişa terorîstî pêk aniye hatiye girtin.

Êrîşa terorîstî li nêzîkê Pira El-Eyimeh a li Bexdayê pêk hat.

Tevî têkşikandina koma têrorîst a DAIŞ`ê li Iraqê, jimarek endamên vê koma têrorîst hîna jî li deverên curbicur ên vî welatî hene û kiryarên terorîstî bi rengekî berbelav pêk tînin.

Serepeyv