Adar 09, 2021 11:39 Asia/Tehran
  • Êrîşa li ser ziyaretkirên Îmam Kazim (SXL) li Kazemeyna Iraq

Çavkaniyên nûçeyan şeva Duşemê ragihandin ku ziyaretkirên Hz. Îmam Mûsa Kazim (Silavên Xwedê Lê be), Îmamê heftemîn ê Şîeyên cîhanê, li herêma Kazimeyn (Kazimiyeh) li parêzgeha Bexdayê ya Iraqê, ketin ber êrîşa terorîstî.

Êrişa terorîstî ser ziyaretkirên Îmam Mûsa Kazim (SLX) hevdemê despêbûna salvegera şehîdbûna vê îmamê hêja pêk hat li gor nûçeyên belav bûyî di encama vê êrişa terorîstî çend kes ji ziyaretkiran şehîd û birîndar bûne.

Li gor zanyariyên destpêkê yên ku medyaya Iraqê weşandine bi rêya çend narîncokan êrîş li ser ziyaretkirina bûne û ji ber wê êrîşê çend kes birîndar bûne.

Herwiha hêzên emnî yên Iraqê şeva borî diyar kirin ku heta niha 8 kes ji ber wê êrîşê birîndar bûne û kesê ku ev êrişa terorîstî pêk aniye hatiye girtin.

Êrîşa terorîstî li nêzîkê Pira El-Eyimeh a li Bexdayê pêk hat.

Tevî têkşikandina koma têrorîst a DAIŞ`ê li Iraqê, jimarek endamên vê koma têrorîst hîna jî li deverên curbicur ên vî welatî hene û kiryarên terorîstî bi rengekî berbelav pêk tînin.

Serepeyv