Adar 07, 2021 21:34 Asia/Tehran
  • Grûpa Seraya Ewliya el-Dem: Ji ber serdana Papa me êrîşên xwe ragirtin

Grûpa berxwedanê ya Seraya Ewliya el-Dem ku berpirsyaretiya xwe ji êrîşa ser Hewlêrê ragihandibû, derbarê serdana Papa Francis de bo Iraq û Herêma Kurdistanê ragihand, di dema serdanê de, ew ê hemû êrîşên xwe rabigirin.

Di daxuyaniyekê de grûpa berxwedanê ya Seraya Ewliya el-Dem pêşwazî li serdana Papa dike û wî bi zilamekî baş bi nav dike û dibêje, ew pêşwazî li serdana Papayê Vatîkanê bo axa pîroz û axa pêxemberan dike û eger serdan di wê dema ku keçên Êzdî û Krîstyan bûne qurbanî û ji sisiyan yek axa Iraqê kete destê DAIŞê de, wê demê, wê bandor li ser wijdana kesên ku êş û azar dîtine zêdetir bûya.

Seraya Ewliya el-Dem amaje bi wê yekê dide ku hemû corên êrîşan ji ber serdana Papayê Vatîkanê radigirin û dibêje, ji ber rêza pêşewa Seyid Sîstanî û ji ber ku ew rêzê li mêvanan digirin, weke Amerîkiyan zulmê li mêvanê Iraqiyan nakin, ji ber vê yekê em hemû corên êrîş û kiryaran radigirin.

Ew grûpa çekdar derbarê êrîşa ser bingeha serbazî ya Eyn Esed jî dibêje, pîrozbahî li mucahidan dikin û destxweşiyê li wan dikin ku operasyoneke pîroz û hûr ya Eyn Esed, dagîrker êşandin û cihên wan jinavbirin.

Serepeyv