Papayê Vatîkanê Li Mûsilê: Terorê bandoreke xirab li ser hemû olan çêkir
Adar 07, 2021 12:08 Asia/Tehran
Papayê Vatîkanê li dêreke wêranbûyî ya bajarê Mûsilê gotarek pêşkeş kir.
Îro 07.03.2021ê Papa Francis ji bo serdaneke fermî gihêşt Hewlêr a navenda herêma Kurdistana Iraqê.
Piştî temambûna hevdîtinên li gel berpirsên payebilind ên herêma Kurdistanê Papa Francis ber bi bajarê Mûsilê ve birêket.
Li qada dêra Hoş a li Mûsilê Papa Francis gotarek pêşkeş kir û tê de, dua bo qurbaniyên destê terorîstan kir.
Papayê Vatîkanê ragehand, terorê bandoreke xirab û nerênî li ser hemû ol û netewan çêkiriye.
Papa Francis li dêra Hoş merasîma olî û dua bo ruhê hemû qurbanên dest terorê kir.
Herçend nêzîkî 4 sal in bajarê Mûsilê hatiye rizgar kirin jî, lê hikûmeta Iraqê ti projeyek bo ava kirina wî bajarî nexistiye tevgerê.