Adar 06, 2021 17:34 Asia/Tehran
  • Mijarên gotûbêja Pap digel Ayetullah Sîstanî

Ofîsa Ayetullah Sîstanî bi weşandina daxuyaniyekê mijarên herî girîng ên gotûbêja merceyê bilind ê şîeyên Iraqê digel Rêberê katolîkên Cîhanê ragihandin.

Li gorî rapora roja Şemiyê ya IRNAyê, Li gorî ragihandina Ofîsa Ayetullah Elî Sîstanî Merceyê bilind ê şîeyên Cîhanê, wî di hevdîtina digel Pap Fransîs Rêberê Katolîkên Cîhanê pirsgirêkên mezin ên mirov di vê serdemê da ji wan nebûna dadmendiyê, belengazî, azirandinên fikrî û mezhebî, serkutkirina azadiyên bingehîn nemaze li Iraqê û Filistîna dagirbûyî û rola ku rêberên mezin ên mezhebî û manewî di kontrolkirina van karesatan da hene, vekolandin.

 

Ayetullah Sîstanî tevî amajeya bi vêya ku hêzxurtên mezin divê dewsa zimanê şêrr, berjewendiyên gelan bixin ewiliyetê, li ser pêwîstiya hewildanên hevaheng jibo xurtkirina dostî û pêkvejiyana aştiyane û hevgirtina mirovî li gorî rêzgirtina dualî di nav şopînerên olên cûrbecûr û nêrînên fikrî pêgirî kir.

 

Merceyê bilind ê şîeyên cîhanê her wiha di vê hevdîtinê da hêvîdarî kir ku mesîhî hevrê digel gelên din ên Iraqê bikarin qonaxa niha di pêşerojeke nêzik li pey xwe bihêlin û di ewlehî, aştî û parastina tam a mafan da bijîn.

 

Vatîkanê jî îro bi weşandina daxuyaniyekê derbarê hevdîtina Pap Fransîs digel Ayetullah Sîstanî, pêgiriya li ser dostiya navbera mezheban ji mihwerên herî girîng ên vê hevdîtinê da zanîn.

 

Li gorî vê raporê, Pap û desteya pê ra piştî terikandina cihê mayîna Ayetullah Sîstanî ber bi bajarê Ûrê li parêzgeha Zîqarê li başûrê Iraqê çûn.

Pap Fransîs îniyê piştî nîvro gihîşte Iraqê û digel rayedarên bilind ji wan Mustefa Kazimî serokwezîr û Berhem Salih Serokomarê Iraqê civiya.

 

Serepeyv