Adar 05, 2021 16:39 Asia/Tehran
  • Papa Francis gihêşte Bexdayê

Papayê Vatîkanê Papa Francis saet 13.55 li balafirgeha Navdewletî ya Bexdayê daket. Papa li balafirgehê ji aliyê Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ve hat pêşwazîkirin. Serdana Papa dê bo dema 3 rojan berdewam be.

Li jûra VIP ya li balafirgeha Navdewletî ya Bexdayê, Papa Francis li gel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî civiya û paşê balafirgehê bicî hêşt û berê xwe da Koşka Serokomariyê û dê li wir bi Serokomar Berhem Salih re bicive.

Papa Francis ê temen 84 salî ku ragihandibû geşta wî ya bo Iraqê “serdana aştiyê” ye, dê li gel Merciey Mezin ê Şîeyên Iraqê Ayetullah Elî Sîstanî jî bicive.

Papa Francis ku serkirdeyê ayîna 1.3 milyar Krîstiyanên Katolîk e, ragihandibû, ew li nav Vatîkanê hest bi wê dike mîna ku “di nav qefesê de” ye.

Kazimî ragihand, “Bi xoşewîstî û aştiyê, gel û hikûmeta Iraqê pêşwazî li qedasiyeta Papa Francis dike. Em tekeziyê li vî karê mirovî jî dikin.”

Hêzeke emnî ya zêde bo parastina Papayê Vatîkanê li nav Bexdayê hatiye belavkirin ku paytexta Iraqê heta niha jî di warê emnî de seqamgir nebûye.

Papa roja Şemiyê dê biçe parêzgeha Necefê û li wir dê li gel Ayetullah Elî Sîstanî bicive û paşê dê berê xwe bide bajarê Ûrê cihê jidêbûna Hz. Îbrahîmê pêxember (S).

Roja Yekşemê jî Papa dê berê xwe bide Hewlêrê û li balafirgehê dê ji aliyê berpirsên hikûmî yên ayînî dê bê pêşwazîkirin. Her wê rojê Papa dê biçe Mûsilê û ji bo qurbaniyên şer beşdarî merasîmeke olî bibe. Piştî wê dê biçe Dêra Tahre ya mezin a li Qerequşê.

Papa Francis her roja yekşemê dê vegere Hewlêrê û ahenga esra Yekşemê ya Krîstiyan li stadyuma Franso Herîrî birêve diçe. Roja Duşemê Papa dê vegere Bexdayê li wê derê dê merasîmeke malavayî birêve biçe.

Serepeyv