Adar 05, 2021 15:15 Asia/Tehran
  • Şêx Xezelî: Hebûna leşkerên Amerîkî li Iraqê di berjewendîyên Îsraîlê de ye

Sekreterê giştî yê Esayib Ehlî Heq tekez kir ku hebûna leşkerên Amerîkî li Iraqê di berjiwendiya Îsraîl û bê aramiya siyasî û bê ewlehiyê li Iraqê de ye.

Sekreterê giştî yê Tevgera Esayîb Ehlî Heq şêx Qeys Xezelî duh di hevpeyvînekê de digel Kanala Iraqî ya El-Itticah got: Siyasetên serokomarên Amerîkayê yên li Iraqê, çi Demokrat çi Komarî bin wek hev e û bombebarankirina hêzên Heşda Şebî li ser sînorê Iraq û Sûriyê sedemek e ku Joe Biden heman politikayên Trump girtiye ber xwe.

Şêx Xezelî diyar kir ku Amerîka di mijara vekêşana hêzên xwe ji Iraqê de ne cidî ye û heya ku hêzên dagîrker li Iraqê hene berxwedan mafê me yê rewa ye

Sekreterê giştî yê Tevgera Esayîb Ehlî Heq herwiha diyar kir ku grûpa wî ticaran êrişî ser balyozxana Amerîkayê nekiriye, herçend ku bawere kiryarên vê balyozxanê ji bargehên leşkerî yên wê li Iraqê xirabtir e û di dewamê de got: Rewa ye ku êrişî ser vê balyozxane bibe , lê  Esayîb Ehlî Heq hîn ev baweriya tine ku li dijî balyizxana Amerîkayê li Bexdayê karekî bike.

Şêx Zezelî herwiha hebûna Heşda Şebî ser xêra Iraqê da zanîn û xwest ku ev hêza were parastin û tevlî hêzên fermî bibe.

Sekreterê giştî yê Tevgera Esayîb Ehlî Heq herwiha got: Tirkiye hewldide Şengal, Telefer, deşta Neynewa û beşek ji parêzgeha Kerkûkê dagir bike û dixwaze hêza Tirkiyê li van navçeyan bisepîne ku beriya niha ji aliyê Osmaniyan ve hatibûn dagirkirin.

Şêx Xezelî diyar kir ku haya wan ji vê plana serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan heye ku vê havînê êrîşî Şingalê bikin, di heman demê de jî ew amade ne li dijî vê hewla dagirkeriyê ya Tirkiyê çekan rakin.

Herwiha Xezelî daxwaz ji Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî jî kir ku sîstema berevaniya esmanî xurt bike da ku bikarin rûbirûyê êrîşên Tirkiyê bibin û got Iraq dikare wê sîstemê ji Amerîkayê jî bikire da ku serweriya Iraqê pê biparêze.

Serepeyv