Adar 03, 2021 22:39 Asia/Tehran
  • PENTAGON: Di êrîşa mûşekan ya Çarşemê de li Iraqê belênderek hat kuştin

Wezareta Berevaniya Amerîka ragihand ku belênderek(peymankarê sivîl) di êrîşa mûşekan de ya îro çarşemê bo ser bingeha leşkerî ya Eyn Esed li Iraqê ku leşkerên Amerîkî, Hevpeymanan û Iraqê lê dimînin, belênerek hatiye kuştin, piştî ku 10 mûşek avêtine bingeha Eyn Esed.

Berdevkê Wezareta Berevaniya Amerîka John Kirby got ew belênder"Dema di rewşa xweveşartinê de bû rastî rawestana dil hatiye" piştî demek kin jiyana xwe ji dest daye, berdevk dîsan dibêje, weke din ti xizmetkarek din li bingehê birîndar nebûye her hemû hatine hejmartin û başin.

Ev êrîşa herî nû bû piştî ku hefteya borî Amerîka bingehên hêzên berxwedanê ên iraqî li dirêjahiya sinorê Iraq-Sûriyê aramnc girtbûn. 

Çend hefteyan berê komên çekdar çend mûşek avêtin Hewlêrê ku di encamê de peymankarekî amerîkî hatibû kuştin. Amerîka Hêzên Heşda Şebî tometbar kiribû ku ev mûşek avêtine loma li ser sînorê Iraq û Sûriyê bi balafir û muşrkan komeke berxwedana iraqî kiribû hedef.

Serepeyv