Adar 03, 2021 19:28 Asia/Tehran
  • Papa Francis: Tevî êrişên mûşekî serdana min a bo Iraqê hilnaweşe

Biryar e heta du rojên din Papa Francis serdana Iraqê bike û paşê jî berê xwe bide Herêma Kurdistanê. Papa di dawîn daxuyaniya xwe de li ser serdanê got, “Sala 2000 John Paul , papayê wê demê nekarî serdana Iraqê bike, nabe careke din xelkê Iraqê bên bêhêvîkirin.”

Papa Francis îro, di gotarekê de li ser serdana xwe ya bo Iraqê ragihand, “Xelkê Iraqê çaverêyî me ne. Berî niha jî çaverêyî Papa John Paul dikirin. Nabe careke din em wan bêhêvî bikin. Bila em dua bikin ku serdan bi başî birêve biçe.”

Biryar e Papa serdana Ûr bike ku cihê jidayîkbûna pêxember Îbrahîm e û wek bavê ayînên esmanî yên Îbrahîmî tê zanîn. Herwiha dê serdana Merceyê derece bilind ê Şîeyên Iraqê ayetullah Elî Sîstanî bike . Papa li ser wê mijarê jî got, “Li cihê Îbrahîm, bi hev re li gel rêberên din ên ayînî dê ber bi armancên hevbeş ve pêngav biavêjin.”

Sibeha îro hejmareke mûşek ber bi binkeya serbazî ya Eyn el-Esed ya li Enbarê hatin avêtin. Hevpeymana Navdewletî ew piştrast kir ku 10 mûşek avêtine wê binkeyê û ji aliyê berpirsên Iraqî ve lêkolîn derbarê bûyerê de hatiye destpêkirin.

Berî serdana Papa Francis bo Iraqê, piraniya wan bajar û navçeyên ku biryar e Papayê Vatîkanê serdana wan bike, hatine xemilandin, şeqam û kenîse hatine paqijkirin û alaya Vatîkanê bi stûn û dîwaran ve hatine daliqandin.

Li aliyekî din, wek amadekarî bo pêşwazîkirina Papa, nêzikî 3 meh e li Enkawaya Hewlêrê, grûpeke sirûdên ayînî rahênanê dikin. Grûp ji 110 kesan pêk tê ku 87 kes ji wan kors in û hemû xwebexş in jibilî beşeke muzîsyenan. Rojane set 17.00 ta 20.00 li Dêra (Em Elm'une) rahênanê dikin.

Serepeyv