Fransayê daxwaza lidarxistina civîneke lezgîn ji aliyê Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê kir
Piştî ku DAIŞ ji nû ve li Iraqê derket, Fransayê xwest ku civînek ji aliyê hikûmetên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê ya bi serkêşiya Amerîkayê, were li darxistin.
Li gorî AFP'ê, Wezîrê Karê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian ji Komîteya Karûbarên Derve ya Meclîsa Neteweyî ya Fransayê re diyar kir ku li ser asta rewşa Iraqê de bi taybet DAIŞ ji nû ve bi hêz derket.
Jean-Yves Le Drian da zanîn ku ev rewşa hişt ku ew û rayedarên Iraqê ji koalîsyona ya li dijî DAIŞ'ê daxwaza civîneke lezgîn bikin, ku eva demeke dirêj e wan ti civîneke xwe tinebûne.
Le Drian anî ziman ku divê koalîsyon bi lez bicive û texmîn kir ku ev yek wê pêk were.
Serokê Amerîkayê yê berê Donald Trump berî ku ji Koşka Spî derkeve, hejmara hêzên Amerîkayê li Iraqê daxist 2 hezar û 500 leşkerî, lê Fransa bang li Joe Biden kir ku girîngiyê bide şerê li dijî DAIŞ'ê.