Adar 03, 2021 14:30 Asia/Tehran
  • Berdevkê Hevpeymaniya Amerîkî: Baregeha Eyn Esed bû hedefa 10 roketan

Berdevkê Koalîsyona Amerîkî êrîşa roketan a li beşa amerîkî ya bingeha Eyn Esed a li parêzgeha Enbar a rojavayê Iraqê piştrast kir û got ku bingeh bi 10 roketên Katiyuşayê hate hedefgirtin.

Berdevkê Koalîsyona Navneteweyî ya qaşo li dijî DAIŞê «Wayne Maruto», bi serokatiya Amerîkayê, îro (Çarşem) li ser twitterê ragihand ku hêzên iraqî li ser êrîşê lêkolînê dikin û gava ku agahdarên zêde bi dest ketin dê hûrgilî bêne ragihandin.

Navenda ragihandinê ye Ewlekariya Iraqê bi daxuyaniyekê diyar kir ku Baregeha Emerîka ya Eyn Esed a li rojavayê Bexdayê vê sibehê bi 10 mûşekan hedef hate girtin. 

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Iraqê, îro danê sibehê baregeha leşkerî Emerîka ya li Eyn Esed ya ku leşkerên Emerîka, Iraq û Koalîsyona Navneteweyî têde ne bi mûşekên Katiyuşayê hedef hatiye girtin. Nayê zanin êriş ji aliyê kê ve pêk hatiye.

Baregeha Eyn Esed 193 kîlometreyan dikeve rojavayê Bexdayê. 

Hêzên dagîrkerên Amerîkî ji sala 2003 ve li Iraqê bicîh bûne, û gel û komên iraqî gelek caran daxwaza vekêşana wan dikin; Parlemana Iraqê pêşnumayek ji bo vekişîna van hêzan pesend kir.

Serepeyv