Baregeha Eyn El-Esed ya li Enbarê hat topbarankirin
Adar 03, 2021 11:27 Asia/Tehran
Çavkaniyên ewlehiyê yên Iraqê ragihandin ku baregeha Eyn El-Esed ya asîmanî ya parêzgeha Enbar ku hêzên Amerîkayê û hêzên Hevpeyvaniya Navneteweyî lê dimînin hate topbarankirin.
Li gorî ku çavkaniyan ji Sumaria News re diyar kirine, derdora baregeha Eyn El-Esed ya asîmanî ya parêzgeha El-Enbar bi 10 obusên Katûşa hatiye topbarankirin.
Li gorî çavkaniyan, tu ziyanên canî çênebûne.
Heya vê demê ti kom û grûpekê ev êrişa negirtiye sikura xwe.