Adar 01, 2021 10:09 Asia/Tehran
  • Ji ber teqîna otomobîleke bombebarkirî li rojavayê Iraqê, 14 kes kuştî û birîndar bûn

Di encama teqîna otomobîleke bombebarkirî de li rojavayê Iraqê, 14 endamên artêşa Iraq û Heşdî Eşîrî bûn kuştî û birîndar bûn.

Duh 28.02.2021ê çavkaniyekî ewlehiyê aşkera kir, li bajarokê Hedîse ya ser bi parêzgeha Enbarê ya rojavayê Iraqê, otomobîleke bombebarkirî di nav hêzeke ser bi artêşa Iraqê û Heşdî Eşîrî de teqiya û li gor zanyariyên destpêkê di encama vê teqînê de efserekî artêşa Iraqê û 6 endamên Heşdî Eşîrî jiyana xwe ji dest dane û 5 leşkerên artêşa Iraqê û 2 endamên Heşdî Eşîrî jî birîndar bûne.  

Serepeyv