Adar 01, 2021 09:21 Asia/Tehran
  • Iraq: Em operasyonên yekalî yên li nav axa xwe red dikin

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Sahaf ragihand ku ew her operasyoneke Tirkiyê ya yekalî li nav axa Herêma Kurdistanê û Iraqê red dikin.

Derbarê operasyonên Tirkiyê yên li nav axa Başûrê Kurdistanê de Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Sahaf got: “Me gelek caran helwesta xwe bi zelalî nîşan daye. Em operasyonên bêyî hevahengiya Iraq û yekalî têne kirin red dikin. Di encama operasyonan de gelek sivîl şehîd bûne û jêrxaneyên deverê têk çûne. Em wan pêngavên yekalî red dikin.”

Sahaf anî ziman ku divê Tirkiyê rewşa li herêmê li ber çavan bigire û got: “Iraq li dijî her hewla gef e li ser berjewendiyên hevbeş. Berjewendiyên me yên hevbar hene û divê gavên hevbeş bêne avêtin. Welatê cîran divê Tirkiye dema ku di nav axa me de operasyonan dike bi hikûmeta Iraqê re hemaheng be. Ziyaneke mezin digihêje bakurê Iraqê.”

Têkildarî Rêkevtina Şingalê ya di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de jî Sahaf diyar kir ku armanca wan ji wê rêkevtinê ew e ku ew asayişa herêmê pêk bînin û serweriya Iraqê cîbicî bikin û wiha pê de çû: “Cîbicîkirina rêkevtina Şingalê ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam e. Hevehengiya di navbera hêzên ewlekariyê de berdewam e. PKK dikare here ciheke ku li ser me herdu aliyan ne gef e.”

Serepeyv