Sibat 28, 2021 10:20 Asia/Tehran
  • 16 kes li Zîqara Iraqê birîndar bûn

Çavkaniyên iraqî qala dewama xwenîşandana gel li parêzgeha Zîqarê û birîndarbûna herîkêm 16 kesan di van xwenîşandanan da kirin.

Li gorî rapora roja Yekşemiyê ya El-Quds El-Erebî, çavkaniyên iraqî ragihandin, xwenîşander bo şeşemîn roja li pey hev li ber avahiya qayîm meqamtiya Zîqarê kom bûn û bi bilindkirina hin dirûşmeyan dijayetiya xwe digel danîna Ebdulxenî Esedî wek waliyê nû yê vê parêzgehê ragihandin.

Li gorî vê raporê, Di vê xwenîşandanê da navbera neraziyan û polîs da pevçûn derket û di encamê da 16 kes ji her du aliyan birîndar bûn.

Beriya vêya jî li pey xwenîşandan û nearamiyan li Zîqar 4 kes hatine kuştin û zêde ji 100 kesî birîndar bûne.

 

Serepeyv