Sekinîna Zerîf ser pabendiya Îranê ji bo îstiqrar û aramiya li Iraqê
Wezîrê Karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf îro di civînekê de digel hevtayê xwe yê iraqî Fuad Husên soz û qirara Îranê bo îstiqrar û aramiya Iraqê dubare kir.
Li gorî IRNA-yê, Zerîf di peyamek Twitter-ê de nivîsî: "Di vê civînê de, berûlayên cûrbecûr ên hevkariyên siyasî, aborî û danûstandinên ser sînor yên di navbera Îran û Iraqê de hatin gotûbêjkirin."
Zerîf kiryara xeternak a Amerîkayê di êrişa ser hêzên iraqî li navçên sînorî yên Iraq û Sûriyê şermezar kir û ev êrişên neqanûnî binpêkirina serweriya Iraqê binav kir.
Zerîf hin êriş û bûyerên vê dawiyê yên hundurê Iraqê bi şik û guman da znîn û diyar kir diqewme ev kar û kiryarana ji bo têkdana pêwendîyên Îran û Iraq û têkdana ewlehî û aramiya Iraqê hatibin kirin.
Her weha wezîrê karên derve yê Iraqê amadebûna Bexdayê jibo geşepêdana pêwendiyan digel Têhranê ragihand.
Wezîrê Derve yê Iraqê Fûad Husên îro Şemiyê jibo serdanek yek rojî gehişte Tehranê.
Di meha borî de ev serdana duyemîn a Wezîrê Derve yê Iraqê Fouad Husên bo Îranê ye.