Terorîstên DAIŞ’ê bi hewanan êrişê Gulale kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i324461-terorîstên_daiŞ’ê_bi_hewanan_êrişê_gulale_kir
Terorîstên DAIŞ’ê bi hewanan êrişê bajaroka Gulale kir. Artêşa Iraqê jî cih û baregehên çeteyan bombebaran kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 27, 2021 14:41 Asia/Tehran
  • Terorîstên DAIŞ’ê bi hewanan êrişê Gulale kir

Terorîstên DAIŞ’ê bi hewanan êrişê bajaroka Gulale kir. Artêşa Iraqê jî cih û baregehên çeteyan bombebaran kir.

Di saetên nîvro de çeteyên DAIŞ’ê bi hewanan êrişê bajaroka Gulale ya navçeya Xaneqînê kirin.

Li gorî çavkaniyek ewlehiyê, çeteyan du gullên hewanê avêtin, yek li nava bajarokê ket, yek jî li dervey bajarok ket, lê ti ziyanên canî çênebû.

Heman çavkaniyê ragihand piştî êrişê artêşa Iraqê cihê ku çeteyan jê êriş kirî tespit kirin û ew cih dan ber bombeyan.

Wê çavkaniyê her wiha diyar kir di saetên sibehê de jî balefirên şer yên Iraqê li gundê Islah yê bajarokê Gulale baregeh û cihên çeteyên DAIŞ’ê bi dijwarî bombebaran kirin.

Di nava çend rojên dawiyê de tevgera çeteyên DAIŞ’ê li derdora bajaroka Gulale zêde bûye û car caran êriş dikin.