Sibat 27, 2021 18:02 Asia/Tehran
  • Di xwepêşandanên Zîqarê de kes hatin 4 kuştin û 140 kes jî birîndar bûn

Çavkaniyên ewlehiyê li parêzgeha Zîqarê ya Iraqê gotin ku çar xwepêşander di xwepêşandanên li parêzgehê de hatin kuştin û zêdetirî 140 kesên din jî birîndar bûn.

Li gor Bexdad El-Yewm,  Çavkaniyên ewlehiyê li parêzgeha Zîqarê ya Iraqê gotin li  Nasiriyê di xwepêşandanê de 2 xwepêşdêr hatin kuştin û 147 kes jî birîndar bûn.

Li Nasiriyê îro jî xwepêşdanê berdewam kir û ji bo ku waliyê Zîqarê dest ji kar berde, xwepêşandêr li ser xwestika xwe bi îsrar bûn.

Li gorî medya Iraqê îro li bajarê Nasirê ya navenda parêzgeha Zîqarê ya Iraqê di xwepêşandanê de şîdet zêde bû.

Di serî de xwepêşandêr çûn li ber avahiya walîtiya Nesriyê û piştî aloziya di navbera xwepêşandêr û polîsan de xwepêşandêr ketin avahiya walîtiyê.

Li gorî medya Iraqê, di xwepêşandanê de 4 xwepêşandêr hatin kuştin û ji xwepêşandêr û hêzên leşkerî 147 kes birîndar bûn. Tê gotin êdî li nexweşxaneya bajêr cihê wergirtina birîndaran nemaye.

Li bajarê Nasiriyê ev 5 roj in xwepêndan didome. Xwepêşandêr daxwaz dikin ku Waliyê Nasiriyê Nazim dest ji kar berde û li wezîfên din ên saziyên hikûmetê yên li bajêr de guhertin werin kirin.

Li ser nerazîbûnan waliyê Nasiriyê Nazim îstifaya xwe pêşkêşî serokwezîrê Iraqê kir û ew ji aliyê serokwezîr hate pejirandin. Mistefa Kazimî serokwezîrê Iraqê ragihand ku ew bûyerên rojên dawî li parêzgeha Zîqarê qewimîne, lêkolîn dikin.

Serepeyv